TR KU SO
FB X
Cîhan

Îsraîl wê du eskadronên balafirên şer ji DYAyê bikire

Admin L
Nivîskar
📅 04 gulan 2026 10:02

PeyamaKurd - Wezareta Parastinê ya Îsraîlê ragihand ku wê kirîna du eskadronên nû yên balafirên şer ên F-35I û F-15I ji Dewletên Yekbûyî yên Amerîkayê pejirandiye.

Wezareta Parastinê diyar kir ku plana kirîna du eskadronên nû yên balafirên şer piştî "dersên ji şerê" ku bi Dewletên Yekbûyî yên Amerîkayê re li dijî Îranê dest pê kir, hatiye pejirandin.

Daxuyaniyê destnîşan kir ku biryar ew bû ku eskadroneke çaremîn a F-35I ji Lockheed Martin û eskadroneke duyemîn a F-15IA ji Boeing bikirin.

Kirînên han beşek ji planeke avakirina hêza Îsraîlê ya 350 milyar şekel ji bo 10 salên bê ne ku berê ji hêla Serokwezîr Benjamin Netanyahu û Wezîrê Parastinê Yisrael Katz ve hatibû pejirandin. Peyman entegrekirina tevahiya eskadronê di nav artêşa Îsraîlê de, lênêrîna berfireh, dabînkirina parçeyên yedek û piştgiriya lojîstîkî vedihewîne.

Di daxuyaniyê de herwiha hat ragihandin ku Rêveberê Giştî yê Wezareta Parastinê, Emîr Baram, talîmat daye mîsyona wezaretê li Washingtonê ku di rojên pêş de ji bo dawîkirina peymanê bi hikûmeta Amerîkayê re amadekariyan bikin.

Bi vî awayî, di salên pêş de, hejmara balafirên F-35I di filoya artêşa Îsraîlê de wê bigihîje 100 û hejmara balafirên F-15I di filoya wê de jî wê bigihîje 50.

Parve bike: