Cîhan
Îsraîlê bersiva avêtina ‘Nepoxên Agir’ da: Baregehên Hemasê bombebaran kir
PeyamaKurd – Balafirên şer ên Îsraîlê hin baregehên Hemasê yên li Xezayê xistin.
Hat ragihandin ku vê sibehê hin cihên Tabûrên Izzedîn El-Qesam ku baskekî Hemasê ye, ji aliyê balafirên îsraîlî ve hatin bombebaran kirin.
Berdevkê artêşa Îsraîlê Efîxay Edriî li ser vê êrîşê ragihand: “Hefteya borî nepoxên agir ji Xezayê ber bi Îsraîlê ve dihatin berdan. Me jî weke bertek, çend deverên Hemasê kirin armanc.”
Edriî da zanîn ku ew ê hemû hewldanên ewlehiya welatiyan dixin metirsiyê, têk bibin.
Li gorî zanyariyan di encama êrîşê de, ziyanên madî çêbûne ku li ser ziyanên canî ti agahî nehatine belavkirin.