Cîhan
Îsraîlê bi mosekan li armancên Sûriyê xist
PeyamaKurd - Balafirên şer ên Îsraîlê bi moşekan êrîş birin ser armancên Sûriyê li Hûms û Şamê.
Ajansa dewleta Sûriyê SANAyê ragihand ku di encama êrîşan de herî kêm 4 sivîlan can daye û 21 kes jî birîndar bûne.
SANAyê herwiha bi zarê çavkaniyên artêşa Sûriyê îdia kir ku hejmarek moşekên Îsraîlê beriya bigihin armancên xwe, bi pergalên berevaniya esmanî hatine xistin.