TR KU SO
FB X
Cîhan

Îsraîlê bo derve deriyên xwe bi temamî girt

Admin M
Nivîskar
📅 19 adar 2020 03:27

PeyamaKurd- Rêvebiriya Îsraîlê ragihand ku bi sedema koronavîrusê temamê deriyên xwe bo welatên derve girtiye. Bi vê sedemê wê ti biyanî nikarine bikeve nav sînorê dewleta Îsraîlê.

Rêvebiriya Koç û Sînoran ya Îsraîlê ragihand ku ji niha û pê de ew kesên biyanî ku herin welatê wan, dê wan bixin bin karantînayê û welew adresekî ku lê bimînin nîşan jî bidin, wê nehêlin ku daxilê Îsraîlê bibin. Biryar li ser şîreta wezareta karên saxlemiyê hatiye dayîn. Kesên ku li Îsraîlê îqamet dikin, ne di nav vê biryarê de ne.

Biryara hatiye dayîn ne diyare bê wê çendîn dewam bike lê li gor biryara berê; wextê karantînayê 14 roj bû. Li gor rêjeyên wezareta saxlemiyê ya Îsraîlê; koronavîrus 433 kesan de heye û ji wan tenê 11 kes hatine dermankirin.

Parve bike: