Cîhan
Îsraîlê dubare hêrisî Lubnanê kir
PeyamaKurd - Hate ragihandin ku frokeyên şer ên Îsraîlê cara duyem li dijî bajarê Baalbek ê li rojhilatê Lubnanê li nêzî sînorê Sûriyeyê hêrişeke hewayî pêk anîn.
Li gorî nûçeya ajansa fermî ya Lubnanê (NNA), frokeyên şer ên Îsraîlê hêrişî bajarokê Ensar ê li başûrê bajarê Baalbekê kirin.
Hat diyarkirin ku şêla hêrişê avahiyeke ku tê angaştin berpirsên Hizbullaha Lubnanê tê de bi cî ne bûye û piştî avêtina bombeyan li herêmê dûman bilind bûye.
Di derbarê kuştî û birîndaran de heta niha agahiyên zelal nehatin bidestxistin.
Bajarê Ensar bi qasî 100 kîlometre dûrî sînorê Îsraîl û Lubnanê ye.
Di nûçeyeke din a NNAyê de hat ragihandin ku Îsraîlê li bajarokê Nakura yê li herêma sînorê başûrê Lubnanê ye jî, li dijî malekê hêrişeke hewayî pêk aniye.