Îsraîlê Îran tehdîd kir: Ew ê bersiveke tûj bibînin!
PeyamaKurd- Serokwezîrê Îsraîlê Benyamin Netanyahû li dijî tevgerên Îranê yên li Deryaya Sor axivî û got ku heke Îran hinek gavên neyînî bavêje, ew ê koalîsyoneke mezin li hemberî xwe bibîne.
Serokwezîrê Îsraîlê Benyamin Netanyahû li Baregeha Deryayî ya Hayfayê di merasîma mezûnbûna serbazên deryayê de axivî. Netanyahû li dijî Îranê îfadeyên tund bi kar anîn. Netanyahû li ser girtina Avtenga Babu’l Mendebê got ku Îran gaveke wiha bavêje, hêzeke mezin wê li pêşiya Îranê bisekine û Îsraîl jî wê di nava vê hêzê de be.
Hefteya bûrî Husiyên ku Îran piştgiriya wan dike, di Deryaya Sor de êrîşî du keştiyên neftê yên Siûdî Erebîstanê kiribûn. Di encama êrîşê de keştiyekê zerar dîtibû. Li ser vê geşedanê, Siûdî Erebîstanê li ser Deryay Sor çûnûhatina keştiyên neftê dabû sekinandin.