TR KU SO
FB X
Cîhan

Îsraîlê Irit Lillian wek balyoza Enqereyê tayîn kir

Admin H
Nivîskar
📅 19 îlon 2022 23:04

PeyamaKurd – Piştî ji nû ve asayîkirina pêwendiyên Tirkiye û Îsraîlê, rêveberiya Tel Avîvê balyozê bo Enqereyê piştî 11 salan car din tayîn kir.

Komîteya Wezareta Derve ya Îsraîlê ji destnîşankirina balyozan berpirs e, meslehetguzara balyozxaneya Enqereyê ya Îsraîlê Irit Lillian wekî balyoza nû ya Îsraîlê li Tirkiyê destnîşan kir.

Di daxuyaniya nivîskî ya Wezareta Derve ya Îsraîlê de hat diyarkirin, “Irit Lillian a ku hîn jî li Enqereyê kar dike, wekî balyoza Îsraîlê ya li Tirkiyê hat erkdar kirin.”

Hêjayî bibîrxistinê ye, 17ê Tebaxa 2022yan Tirkiye û Îsraîlê biryar standibûn ku asta têkiliyên dîplomatîk ji nû ve derxist asata herî bilind û biryara şandina balyozên xwe bo paytextên herdu welatan dabûn.

Têkiliyên Îsraîl û Tirkiyê ji sala 2010an ve piştî bûyera keştiya Mavî Marmara hatibûn qutkirin û ji wê demê ve asta pêwendiyên dîplomatîk hatibû daxistin.

Parve bike: