TR KU SO
FB X
Cîhan

Îsraîlê li Lubnan û Îranê du derbên stratejîk lêdan: Du serkirde hatin kuştin

Admin İ
Edîtor
📅 01 nîsan 2026 14:20

PeyamaKurd - Artêşa Îsraîlê ragihand ku di encama du operasyonên hevdem û taybet de li paytexta Lubnanê Berûtê û li Îranê, du kesayetên giring ên ser bi Hizbullah û Hêza Quds a Pasdarên Şoreşê ve hatine kuştin.

Li Bêrûtê Hac Yûsif hat kuştin 

Li gorî daxuyaniya fermî ya artêşa Îsraîlê, Fermandarê Eniya Başûr a Hizbullahê Hac Yusuf Îsmaîl Haşim, di operasyoneke deryayî ya li Beyrûtê de hat kuştin. Îsraîlê destnîşan kir ku Haşim di nava rêxistinê de fîgurekî sereke bû û bi salan di plansazkirin û birêvebirina êrîşên li dijî Îsraîlê de roleke çalak lîstiye.

Li hundirê Îranê derba li “mîmarê tunelan”

Hêzên Parastina Îsraîlê (IDF) di daxuyaniyeke din de ragihand ku wan li bajarê Mahallatê yê parêzgeha Merkezî ya Îranê, endezyarê Hêza Qudsê Mehdî Wefayî kuştiye. Îsraîl îdia dike ku Wefayî mîmarê projeyên tunelên bin erdê yên li Lubnan û Sûriyeyê bû û binesaziya krîtîk a leşkerî ji bo Hizbullah û rejîma Esed ava dikir.

Zexta leşkerî ya li herêmê 

Artêşa Îsraîlê tekez kir ku van operasyonan rasterast şiyanên leşkerî û binesaziya stratejîk a dijminên wan hedef girtine. Her çend IDF van kuştinan wekî serkeftineke mezin nîşan bide jî, heta niha ji aliyê Tehranê yan jî Hizbullahê ve tu daxuyaniyeke piştrastkirinê nehatiye belavkirin.

Ev operasyonên hevdem nîşan didin ku Îsraîl qada şer berfireh kiriye û êdî rasterast serkirdeyên teknîkî û leşkerî yên Îranê di nav axa wan de dike armanc.

Parve bike: