Cîhan
Îsraîlê li ofîsa TV ya Al Mayadeenê jî xist
PeyamaKurd – Artêşa Îsraîlê îro herî kêm 9 caran êrîşên hewayî bir ser Lubnanê. Di êrîşekî ji wan de li ofîsa televizyona Lubnanê ya bi navê Al Mayadeenê xist. Nayê zanîn bê di ofîsa TV yê de zerara canî û malî çendîn çêbûye.
TV ya Al Mayadeenê êrîşê piştrast kir lê ragihand ku berya êrîşa Îsraîlê, ofîsa TV yê vala kirine.