Îstîxbarat: Moskow, Helsînkiyê wekî dijmin dibîne
PeyamaKurd- Rêxistina Ewlekarî û Îstixbaratê ya Fînlandiyayê (SUPO) ragihand ku ji ber şerê Ukraynayê û endamtiya Fînlandiyayê ya NATOyê, têkiliyên bi Rusyayê re gelek xerab bûne.
Di raporta Ewlekariya Neteweyî ya SUPOyê ya 2023yan de hat diyarkirin ku gelek nîşan hene ku Rusya Fînlandiyayê wekî neteweyeke dijmin dibîne.
Rêveberê SUPOyê Antti Pelttari di civîna çapemeniyê de têkildarî raporê got, "Rusya niha balê dikişîne ser şerê li Ukraynayê û tecrîda xwe ya navneteweyî sivik dike, lê ev nayê wê wateyê ku metirsiya îstixbarat û bandora Rusyayê ya li Fînlandiyayê ji holê rabûye."
Pelttari, li ser pirsa “Gelo Rusya li pişt "sabotekirina muhtemel" a xeta boriya gaza xwezayî ya di navbera Tirkiye û Rusyayê de ye yan na? got ku
"Îhtîmala ku welatek li pişt sabotajên muhtemel be, ew petrol nayê îxrackirin."