TR KU SO
FB X
Cîhan

Îstixbarata Almanya li ser vîdyoya Bexdadî agahî dan

Admin H
Nivîskar
📅 02 gulan 2019 23:31

PeyamaKurd – Îstixbarata Almanyayê ragihand ku vîdyoya Ebubekir Bexdadiyê serokê rêxistina terorîst DAIŞê ku çend roj berê li ser medya rêxistinê hatibû weşandin, rast e.

Rayedarên îstixbarata almanî ragihandin ku vîdyoya Bexdadî ne montaj e û rast e.

Li gorî nûçeya medya almanî rayedarên îstixbaratê dibêjin, DAIŞ dixwaze piştî têkçûna xwe ya li Sûriye û Iraqê bide nîşandan ku hîn jî heye.

Dîmenên vîdyo daxuyaniya Bexdadî 18 xulek in û tê îdiakirin vê heyvê hatiye tomarkirin.

Parve bike: