TR KU SO
FB X
Cîhan

Îstîxbarata Îranê xwendevan Amir Huseyîn Rezaî girtin

Admin M
Nivîskar
📅 09 gulan 2026 18:33

PeyamaKurd – Îstîxbarata Îranê 3 roj berê li bajarê Arakê xwendevanê bi navê Amir Huseyîn Rezaî girtine, kes nizane li ku derêye û di derbarê wî de agahiyan nadin kesî.

Rezaî li zankoya Tehranêdi beşa rojnamegeriyê û siyasete de xwendevan e. Asayîş û îstîxbarata Îranê roja 6ê Gulanê avêtine ser mala wî, li malê geriyane, dest danîne ser pirtûk û alavên wî yên dîjîtal û şexsî.

Rezaî berê di rojnama Donya-e-Eqtesad de wek rojnamevan dixebitî lê ji ber rojnama tê de dixebitî hat girtin, dageriyabû memeleketê xwe Arakê.

Kes nizane sedema girtina wî û beşa ku ew birine ya asayîşa dewletê kîjane.

Parve bike: