Cîhan
Îstixbarata Misirê bi Mehmûd Ebas re civiya
PeyamaKurd – Şandeke Saziya Îstixbarata Misirê bi Serokê Filîstînê Mehmûd Ebas re li bajarê Ramallah civiya.
Li gor çavkaniyên Seroktiya Filîstînê şanda Misirê ya ku ji berpirsê dosyeya Filîstînê yê îstixbarata Misirê Ahmed Abdulxaliq û Cîgirê Serokê Saziya Îstixbarata Misirê Eymen Bedî jî di nav de bûn, li ser mijara lihevkirina grûbên Filîstnî bi Ebas re civiyan.
Derbarê hurgiliyên hevdîtinê de agahî nehatin belavkirin, lê heman şandeyê doh jî li Xezeyê bi nûnerên Hamasê re hevdîtin pêk anîbû ku tê ragihandin, mebest aştiya navbera komên filîstînî û pêkanîna yekrêziya wan e.