Mehmûd Ebas bi vexwendina Erdogan gihîşt Tirkiyê
PeyamaKurd - Serokê Dewleta Filîstinê Mehmûd Ebas bi vexwendina Serokomarê Tirkiyeyê Recep Tayyip Erdogan gihîşt Tirkiyeyê.
Ebas û heyeta ligel wî li Balafirgeha Etimesgutê ya Enqereyê ji aliyê Wezîrê Bazirganiya Tirkiyeyê Omer Bolat ve hatin pêşwazîkirin.
Bolat li ser hesabê xwe yê medyaya civakî daxuyaniyek belav kir û ragihand ku ew ji bo pêşwazîkirina serokê welatê dost û bira Filîstinê li Enqereyê bûn.
Bolat got ku di bin lideriya Serokomarê wan de, Tirkiye dê xebatên xwe bi biryardarî berdewam bike da ku peywendiyên biratî, siyasî, aborî û mirovî yên bi Filîstinê re hîn zêdetir pêş bixe. Herwiha Wezîrê Tirk, bal kişand ser ku heta serxwebûn, azadî û yekîtiya axa Filistinê pêk tê, Tirkiye dê her dem li kêleka birayên xwe yên filîstinî bimîne.