Hacî Mehmûd: Bexdayê heman rêça rejîma Beas girtiye ber xwe
PeyamaKurd - Serokê Partiya Sosyal Demokrat a Kurdistanê (PSDK) Mihemedê Hacî Mehmûd li ser siyasetên nû yên Hikûmeta Iraqê yên li hemberî Herêma Kurdistanê hişyarî da û ragihand ku yekdengiya aliyên Kurdistanî take rêya rûbirûbûna her gefekê û parastina qewareya destûrî ya Herêma Kurdistanê ye.
Mihemed Hacî Mehmûd di daxuyaniyeke rojnamevanî de diyar kir ku Hikûmeta Iraqê careke din heman rêça rejîma Beis û rejîmên berî wê girtiye ber xwe ji bo êrîşkirin û şerfiroştina bi xelkê Kurdistanê.
Wî bal kişand ser dîroka xebata gelê Kurd û got ku Kurd niha di asta navneteweyî de xwedî herêmeke destûrî û yasayî ne ku hejmara wan ji 50 milyon kesî zêdetir e.
Yekrêziya navxweyî û helwesta PDK û YNKê
Serokê PSDKê destnîşan kir ku biryarên dawî yên Bexdayê bûn sedema bertek û amadebûna zêdetir a xelkê Kurdistanê ji bo berevaniyê, ku vê yekê aliyên beramber neçarî paşvekişîn an dudiliyê kiriye.
Kurdistan bi rêya xebata zêdetirî 105 salan û 34 salên rêveberiya piştî Raperînê bûye hêzeke mezin a herêmê.
Bang li Partiya Demokrat a Kurdistanê (PDK) û Yekîtiya Niştimanî ya Kurdistanê (YNK) kir ku pirsgirêkên xwe zû çareser bikin û got: "Civîna PDK û YNKê tê wateya çareserkirina hemû pirsgirêkan, pêkanîna hikûmetê û vegerandina rewatiyê ji bo hemû saziyên hikûmetê."
Tekez kir ku eger hemû hêzên siyasî yên Kurdistanê bi hev re bin, ti hêzek nikare berê xwe bide qewareya Herêma Kurdistanê.