TR KU SO
FB X
Cîhan

DYAyê hişyarî daye Bexdayê: Bikaranîna hêzê nayê qebûlkirin

Admin H
Nivîskar
📅 26 mijdar 2026 09:35

PeyamaKurd - Li gorî nûçeya Rûdawê, Nûnerê DYAê yê Karûbarên Iraq û Sûriyeyê Tom Barrack û Serokwezîrê Herêma Kurdistanê Mesrûr Barzanî şevê din, bi rêya telefonê axivîn û qeyrana di navbera Hewlêr û Bexdayê de gotûbêj kirin.

Hat ragihandin ku rêveberiya Washingtonê peyameke zelal daye Serokwezîrê Iraqê Elî Ez-Zeydî ku her gaveke leşkerî ya li dijî Herêma Kurdistanê "bi tu awayî nayê qebûlkirin".

Hate diyarkirin ku Barrack û Mesrûr Barzanî pirsgirêkên Hewlêr û Bexdayê nirxandine û nûnerê Amerîkayê pêşniyara çareserkirina pirsgirêkan bi rêya diyalogê kiriye.

Plana Bexdayê û peyama eşkere ya Washingtonê

Piştî ku Dadgeha Federal a Iraqê biryarên serokwezîrê li dijî Herêmê pesend kirin, li gorî çavkaniyên Iraqî, Zeydî gotiye ku kontrola çavkaniyên neft û enerjiyê yên Herêma Kurdistanê yên li navçeyên Madeya 140î divê bikeve destê wan, ev pêvajo dikare bi rêya Hêzên Parastina Sînor an hêzên ewlehiya navxwe yên Herêmê pêk bê û eger ew çareser nekin ew ê bi xwe hêzê bi kar bînin.

Hate diyarkirin ku helwesta Washingtonê gelekî zelal bûye û DYAyê yrasterast ji Elî Ez-Zeydî re gotiye ku divê li hemberî Herêma Kurdistanê hêzê bi kar neyîne û ev yek bi ti şêweyî nayê qebûlkirin.

Tê çaverêkirin ku serokwezîrê Iraqê di rojên pêş de bi balyozên welatên biyanî yên li Iraqê re bicive û rewşa heyî û planên xwe şîrove bike.

Parve bike: