TR KU SO
FB X
Cîhan

Balyozxaneya Amerîkî li Bexdayê hişyarî da welatiyên xwe

Admin L
Nivîskar
📅 17 tîrmeh 2026 12:26

PeyamaKurd - Balyozxaneya Amerîkî li Bexdayê ji welatiyên Amerîkî yên li Iraqê xwest ku piştî êrîşên bi dronan li ser Hewlêrê, asta herî bilind a hişyariyê nîşan bidin.

Hişyariya ewlehiyê ya balyozxaneyê wiha got: "Piştî êrîşên bi dronan ên 15ê Tîrmehê yên li ser Hewlêrê ji aliyê komên nêzîkî Îranê ve, em ji welatiyên Amerîkî yên li Iraqê şîret dikin ku asta herî bilind a hişyariyê nîşan bidin."

Di daxuyaniyê de herwiha ji welatiyên Amerîkî hat xwestin ku medyaya herêmî bişopînin û rêwerzên rayedarên herêmî bi cîh bînin.

Di derbarê ewlehiya rêwîtiyê de, hişyariyê destnîşan kir ku qada hewayî ya welêt dikare di her kêliyê de bêyî agahdariyek pêşwext were girtin û geştên hewayî werin sekinandin û rêwiyan şîret kir ku berî ku biçin balafirgehên Hewlêr, Bexda, Besra û Silêmaniyê, rewşa geştên xwe bi balafirgehên xwe re kontrol bikin.

Parve bike: