Îtibara pasaporta Îranê di rêza 101emîn a welatan de ye
PeyamaKurd – Navenda lêkolîna pasaportan li cîhanê Index Henley di encama lêkolîna li ser pasaportên 199 welatan kiriye de, rêza nirxê pasaportan eşkere kir.
Di encama wê lêkolînê de derketiye holê ku pasaporta Îranê di rêza 101ê de ye û welatê Komara Demokratîk a Kongoyê jî rêza dawî de ye.
Li gorî lêkolînê welatîyên Îranê bi vê pasaportê tenê dikarin serdana 42 welatan bikin û nikarin bi hêsanî serdana 150 welatên din ên cîhanê bikin.
Hêjayî bibîrxistinê ye, salek berê pasaporta Îranê di rêza 13emîn a dawiyê de bû, lê belê ji ber ku îsal îtîbara pasaporta welatên wekî: “Sûdan, Srîlanka û Lubnanê” daketiye, Îranê 3 pileyan bilind bûye û di rêzbenda dawî de hatiye rêza 16emîn.
Îtîbara pasaporta welatan li gorî rewşa azadiyên di warên aborî, pêwendiya navneteweyî, siyasî û hwd. yên wan welatan tê destnîşan kirin.