TR KU SO
FB X
Cîhan

Japonya bo demekê sefareta xwe ya Bexdayê girt

Admin M
Nivîskar
📅 09 rêbendan 2020 03:22

PeyamaKurd- Wezareta karên derve ya Japonyayê piştî êrîşên Îranê bo ser baregehên Amerîkayê yên li Iraqê ragihand ku wan sefareta xwe ya li Bexdayê bo demekî girtiye. Ajansa Japonyayê ya bi navê Kyodo mijarê ji devê wezaretê ragihand.

Japonya bo hemwelatiyên xwe asta hişyariyê bilind kiriye û gotiye ku bila hemwelatiyên wan neçin her dû dewletan (Iraq-Îran) û yên ku li wan welatane bila wan welatan terk bikin.

Di beyana wezaretê de hat ragihandin ku wê nûnertiya Japonyayê ya li Hewlêrê xebata xwe dewam bike.

Parve bike: