Japonya û Amerîkayê li hev kirin!
PeyamaKurd – Wezîrên Parastinê yên Japonyayê û Dewletên Yekbûyî yên Amerîkayê (DYA) li ser xurtkirina kapasîteyên astengkirin û destwerdanê yên hevpeymaniya her du welatan li hev kirin.
Wezîra Berevaniyê ya Japonyayê Kihara Minoru, ku nû hatiye tayînkirin, yekem pêwendiya telefonî bi Wezîrê Berevaniya Amerîkayê Lloyd Austin re kir. Kihara pişt re ji çapemeniye re axivi ü diyar kir, di civina xwe ya bi hempîşeya xwe ya Amerikaye da ku wek "civîneke avaker" bi nav kir, wan li ser mijarên hevkariyê sekinîn.
Li gorî ajansa fermî ya Kyodo, di hevdîtinê de Kihara û Austin li ser bihêzkirina kapasîteyên rêgirtin û destwerdanê yên hevpeymaniya Japon û Amerîkayê li hev kirin.
Wezîran li hev kirin ku ji berê zêdetir ji nêz ve bixebitin da ku hewildanên guhertina statukoya li Hind-Pasîfîkê bi zorê ji holê rakin.
Di hevdîtinê de Austin ji ber wezîfeya wî ya nû Kihara pîroz kir û destnîşan kir, rêveberiya Washingtonê "pabendbûna xwe ya ji bo parastina Japonyayê" dubare kir.