Ji AK Partîyê bo çarçoveyasaya PKKê: Ev modela Tirkiyeyê ye
PeyamaKurd - Serokê Grûpa AK Partiyê ya li Parlamentoyê Abdullah Guler di civîna Civata Giştî ya de li ser "Pêşniyara Qanûna Bihêzkirina Piştevaniya Neteweyî û Yekîtiya Civakî" axivî û diyar kir ku ev qanûn bi rastî modela Tirkiyeyê ye. Projyesaya çarçoveyê biryar îşev biçe ber dendganê û were pejirandin ku bi taybetî vegera endamên PKKê yên çek berdane û kesên ji ber dozên PKKê sirgun bûne li xwe digre.
Guler got ku Komîsyona Piştevaniya Neteweyî, Biratî û Demokrasiyê ku di çarçoveya pêvajoya Tirkiyeya bêyî terorê de hatibû avakirin, di tebaxa 2025an de dest bi xebatên xwe kiriye û piştî guhdarîkirina gelek kesan rapor amade kiriye.
Guler ragihand ku çavkaniya sereke ya vê qanûna ji 12 madeyan pêk tê, madeya 6an a raporê ye û îdîayên ku dibêjin "tenê 3 kes ji vê qanûnê agahdar bûn" derewandin.
Guler di berdewamiya axaftina xwe de tekez kir ku ev pêşniyara qanûnê bi her aliyê xwe ve xebateke ji bo armanca Tirkiyeyeke bêyî terorê ye û berhemê ewladên vê axê ye.