TR KU SO
FB X
Cîhan

Ji ber kestî Kendava Îzmîtê gemarî kir 630 hezar dolar ceza lê birin

Admin M
Nivîskar
📅 22 rêbendan 2023 04:32

PeyamaKurd – Li welatê Tirkiyê keştiya ku li Kendava Îzmîtê rawestiyabû û bi eslê xwe ya bandrala Lîberyayê bû, bi sedema ku kendavê gemarî an ku qirêjî kiriye, şaredariya Kocaeliyê cezayê pere bi miqdarê 12 milyon û 596 hezar lîrayê Tirkiyê ku dike 630 hezar dolarê Amerîkayê lê biriye. Tîmên şaredariyê dora keştiyê xistine nav çembere û dest bi paqijkirina deryayê kirine.

Şaredariya Kocaeliyê ragihand ku bi balafira deryayê kontrola xwe kirine û dîtine ku keştiya bi bandrola Lîberya ya bi navê ‘Lodestar’ ku keştiya barhilgirê barê ziwaye, maddeyên avêtinê deryayê yên kîmyewî ne. Ji ber wê kiryarê jî lê cezayê li jor birîn.

Parve bike: