TR KU SO
FB X
Cîhan

Li dinyayê 2 hezar mirov ava gemarî vedixwin

📅 23 adar 2018 00:31

PeyamaKurd - Li gor daneyên Rêxistina Tenduristiya Cîhanê, 2 milyar însan mecbûrî vexwarina ava gemarî dimînin.

Doktorên Rûzemînê, li seranserê dinyayê kesên muhtacî xizmeta tenduristiyê bin wekî dilxwaz xizmeta wan dikin, dan zanîn ku; Li gor daneyên Rêxistina Tenduristiya Cîhanê, 2 milyar însan mecbûrê vexwarina ava gemarî dimînin.

Doktorên Rûzemîn, daxuyaniyek dan û ragihandin ku, Ji aliyê Meclîsa Giştî ya Neteweyên Yekbûyî bi navê Konferansa Pêşveçûn û Jîngehê ve hat bibîranîn  ku li dinyayê her roj girîngiya avê zêdetir dibe, sedema vê yekê biryar hatiye stendin ku ji niha û pê de 22yê Adarê her sal wek  “Roja Avê li Dinyayê” wê bê pîrozkirin.   

Di daxuyaniyê de bal hat kişandinî ser vê yekê, Roja Avê li Dinyayê ji bo birêvebirina jiyaneke bi tendurist mirovên ku xwe nikarin bigihînin ava paqij henin. Li gor daneyên Rêxistina Tenduristiya Cîhanê, 2 milyar însan ji bo vexwarinê mecbûrê ava gemarî dimînin.

Li gor heman raporê hat ragihandin ku, sedema bikaranîna ava gemarî û infeksiyonê, ji  nexweşiyên(zikêş)  derdikevin holê  her sal 502 hezar mirin diqewimin. Li gor texmînên ku têne kirin li pêşerojê di sala 2025an de nêviyê nifûsa cîhanê li herêmên zehmet xwe gihandina avê dê bijîn.    
Ji bo 120 hezar kesî ava Paqij

Di daxuyaniyê de Doktorên Rûzemîn didin zanîn, ji bo ku bikaribin rê li ber nexweşiyên ji infeksiyonê(ku derbasdibe) bigirin, li deveren weke Çad, Kenya, Nîjerya, Kongo DC, Somalî û Efxanîstanê ku binesazî kêm e 172 bîrên avê hatine vekirin û 120 hezar kes gihîştine ava paqij. 

Di daxuyaniyêde cih didin nêrînên Koordînetora Projeya Doktorên Rûzemîn Bûse Gîzem Daniş, bal kişand ser zahmet kêşiya kesên ku dixwazin xwe bigihînin ava paqij. 

Daniş,”Li Efxanîstanê ji bo ku zarok xwe bigihînin ava paqij,  sibeha saet di 08:00an de derdikevin rê, ji ber ku ev rêwîtî 6 saetan didome ji mektebên xwe dimînin. Salê 15 zarok di vê rêwîtiyê de jiyana xwe ji dest didin.

Her wiha, li Nîjerya jin, ji ber ku xwe nagihînin ava paqij, li ser rêyan ava ku tevlî kanalîzasyonê dibe vedixwin.
Heta îro ji Efxanîstan, Sûriye, Somalî heta bi Xazze, ji Ûganda heta bi yemenê dora 50 proje pêkanîne. Doktorên Rûzemîn sereke herêmên hewcedarî bi lênêrîna tenduristiyê heyî, herêmên rastî felaketên sirûşte dibin daxwaz dike ku zûtirîn bigihê hawara wan.

Parve bike: