Cîhan
Ji ber lehiyê 7 kes mirin
PeyamaKurd – Li welatê Îmaratan li rojhilatê wê bi sedema barana zêde lehî rabû û bû sedema mirina 7 Asyayiyan. Wezareta Îmratan ya karên hundir di ajansa fermî ya bi navê WAM de ragihand ku di 27 ê temmûzê de bi sedema barana zêde li deverên bi navên Fuceyra, Eş-Şarika û Ra's el-Hayme bobelatên mezin ji ber lehiyê çêbûne û di derbarê bûyerê de agahî da.
Kesên ku di serî de ji ber lehiyê zararê dîbûn %80 yê wan car din vegerandine ciyên wan û xebatên ji bo normalîzebûna jiyana wan, vekişîna avê û lêgerîn û rizgarkirin dewam dike.
Di beyana wezaretê de hat gotin ku 7 hemwelatiyên welatên Asyayê jiyana xwe ji dest dane. Nehat ragihandin bê kesên mirine ji kîjan welatane.