Kurdistan
Li Wanê 50 mîh ketin ber lehiyê û mirin
PeyamaKurd – Li bajarê Wanê li navçeya Ozalpê li gundê Eglibelenê bi sedema barîna barana zêde û teyrokê lehî rabû û di encamê de 50 heywanên gundiyan telef bûn. Li dora 300 partên alif jî zerarê dît.
Muxtarê gundî an yê taxê Erdoğan Öztan ragihandiye ku tîmên şaredariyê alîkariya wan kirine û menfezên avê vekirine û ji ava çalan rizgar bûne.