Kurdistan
Li Dîlokê 2 erebe bi serî li hev ketin: 2 kes mirin û 4 kes birîndar bûn
PeyamaKurd – Li bajarê Dîlokê li navça Şahinbey li taxa Guneyşehirê du erebe bi serî li hev ketin. Otomobîla ku İhsan Toprak (34) dajot li ereba bazirganî ya biçûk ya ku Abdulkadir K. (23) dajot bi serî li hev ketin.
Di qezayê de otomobil pekiya kenarê rê. Li ser qezayê tîmêm tenduristiyê, cendirme û îtfaiyê gihan ciyê qezayê. Dîtin ku di qezayê de İhsan Toprak û Lalihan Toprak (25) jiyana xwe ji dest dane.
Birîndaran bi ambûlansan birin nexweşxanên cuda yên li bajêr. Cenazên her dû kesênku can dane, birin morga tib a edlî ya bajarê Dîlokê (Gaziantep)
Li ser qezxayê cendirme lêpirsîna xwe dewam dikin.