TR KU SO
FB X
Cîhan

Ji berpirsê Îranê mikurhatina gendelî û hejariyê…

Admin H
Nivîskar
📅 31 rêbendan 2020 00:36

PeyamaKurd - Cîgirê Serokomarê Îranê Îshaq Cîhangirî da xuyakirin ku gendelî û hejarî li Komara Islamî ya Îranê gihiştiye asta herî bilind.

Cîhangirî li rewşa zehmet a Îranê mikur hat û rexne li dezgehên kontrolkirinê kir ku divê li hemberî gendeliyê xebateke çalak bikin.

Cîhangirî got, divê medya rola xwe bilîze û gendelkaran eşkere bike û proseya gendeliyê bişopîne.

Cîgirê Serokomarê Îranê da zanîn, ‘Komara Îslamî piştî Şoreşa 1979an dema xwe ya herî zehmet derbas dike. Herêm û Îran bi xwe jî di pêvajoyeke aloz û zehmet de ne. Ji  bo vê yekê jî divê kêmasiyên hene bêne zelalkirin û çareser kirin.’

Li gorî medya Îranê endamê Komîteya Pêwendiyên Derve û Ewlehiya Neteweyî ya Parlementoya Îranê Hacer Chenaranî jî ragihandiye ku ji sedî 40ê xelkê Îranê di rewşa hejariyê de ye.

Parve bike: