Cîhan
Şanda Qeterê li Tehranê bi berpirsên Îranê re civiya
PeyamaKurd - Cîgirê Wezîrê Derve yê Îranê Kazim Xerîbabadî derbarê pêvajoya navbeynkariyê ya di navbera DYA û Îranê de ragihand ku şandeke ji Qeterê sibeha duh gihîştiye Tehranê û hevdîtin çêbûne.
Xerîbabadî tekez kir: "Ji bo em bibînin ka derfeteke din dikare ji dîplomasiyê re bê dayîn an na, em hemû gotûbêjên pêwîst birêve dibin."
Xerîbabadî diyar kir ku têkiliyên wan li gel navbeynkaran hem bi awayekî rasterast û hem jî bi rêya nerasterast berdewam dikin.
Ev daxuyanî piştî axaftina Wezîrê Derve yê Îranê Ebbas Araqçî hat ku diyar kiribû Îran hîn jî bi rêya dîplomasiyê hêviya çareseriyê dike. Li aliyê din, Serokê DYAê Donald Trump ragihandibû ku Îran rêkeftinê dixwaze lê mercên wan ne di wê astê de ne ku Washington wan bipejirîne.