Ji Bexdayê bo milîsan: Ji bo lîsteya çekan tenê 2 roj man
PeyamaKurd - Berdevkê Fermandarê Giştî yê Hêzên Çekdar ên Iraqê Sabah Numan, behsa hûrgiliyên li ser stratejiya parastinê û reformên ewlehiyê yên nû yên Iraqê kir.
Numan fermanên Serokwezîrê Iraqê Elî Falih Zeydî yên ji bo parastina qadên petrolê bi bîr anîn û destnîşan kir ku ewlehiya tesîsên li Herêma Kurdistanê pêşengiyeke aborî ye û diyar kir ku ew bi Hêzên Pêşmerge re di nav hevahengiyeke asta bilind de ne, lê eger daxwaz bê kirin jî wekî Fermandariya Operasyonên Hevbeş amade ne di parastina qadên petrolê de roleke çalak bilîzin.
Herwiha Numan ragihand ku Wezareta Parastinê li dijî êrîşên dron û moşekan stratejiyeke nû bi pêş xistiye û tora parastina asmanî ya modern û sîstema radarê dê bi planeke giştgîr hemû Iraqê û Herêma Kurdistanê jî bigire nav xwe.
Radestkirina çekên milîsan û ultîmatoma 2 rojan
Di mijara herî hestiyar a navxweyî de, Sabah Numan ragihand ku di projeya "radestkirina çekan a ji dewletê re" de tenê 2 rojên krîtîk mane.
Numan got ku ev pêvajo bi derxistina lîsteya çekên Seraya El Selamê ya girêdayî Muqteda Sedir leztir bûye û komîteyên jêrîn dê xebatên tomarkirinê di nav 2 rojan de temam bikin daku amaran radestî Fermandariya Operasyonên Hevbeş bikin.