Elî Zeydî li NY axivî: Kontrola çekan divê tenê destê dewletê de be
PeyamaKurd - Serokwezîrê Iraqê Elî Zeydî di Civata Giştî ya 81ê ya Neteweyên Yekbûyî gotarek pêşkeş kir û ragihand ku Iraq ji bo qonaxeke nû ya aramî û vejîna aboriyê dixebite.
Zeydî bal kişand ser wê yekê ku divê "biryara şer û aştiyê û kontrolkirina çekan tenê di destê dewletê de be."
Zeydî diyar kir ku bi dawîhatina erkê Hevpeymaniya Navneteweyî ya li Iraqê re, ew têkiliyên xwe yên stratejîk ji hevkariya leşkerî vediguhêzin hevkariya aborî û pêşketinê û tekez kir ku parastina serweriya axa welêt li ser bingeha berjewendiya niştimanî ye.
Di beşeke din a axaftina xwe de, Serokwezîrê Iraqê qala pêngavên aborî û "Projeya Rêya Geşepêdanê" kir ku wekî korîdoreke stratejîk a Rojhilat bi Rojava ve girê dide pênase kir.
Herwiha Zeydî, banga veberhênanê li welatên cîhanê kir.