TR KU SO
FB X
Cîhan

Ji bo tolê ji jina xwe hilîne 4 zarokên xwe darve kirin

Admin H
Nivîskar
📅 09 îlon 2019 03:09

PeyamaKurd – Li welatê Afrîkaya Başûr zilamekî ku jina wî dixwest wî berde, ji bo tolhildanê 4 zarokên xwe darve kirin.

Hat ragihandin di bûyera sêşema hefteya borî rû daye de, jina bi navê Xoli Mpungose dema dibihîze hevserê wê zarok ji dibistanê birine mal, dikeve gumanê û serî li polîsan dide.

Dema ligel polîsan diçin mala, rastî hovîtiya ku mêrê xwe dibîne ku 4 zarokên wan ên temenê wan di navbera 4-10 salî de li jûrên cuda yên xanî hatine daleqandin.

Herwiha dibînin ku yek ji zarokan jî bi dareke nêzîkî mala wan ve hatiye dardekirin.

Polîsê Afrîkî ragihand ku bavê qatil ê wan zarokan Sibusiso Mpungose (41 salî) hatiye desteserkirin û li sûcê xwe mikur hatiye.

Wî zilamî ji polîsan re gotiye ku ji ber jina wî xwestiye wî berde, wekî tolhildan zarokên xwe darde kirine û kuştine.

Parve bike: