TR KU SO
FB X
Cîhan

Ji Erdogan gazina hilbijartinê: Her kes belawela dibe, ma wisa dibe?

Admin H
Nivîskar
📅 13 nîsan 2019 19:10

PeyamaKurd – Serokomarê Tirkiyê û Serokê Giştî yê AKPê Recep Tayyip Erdogan îro 13ê Nîsanê di Kongreya Komeleya Îmam Xetîban de gotarek pêşkeş kir.

Erdogan di gotara xwe de bêyî ku bi nav bike li ser encamên hilbijartinên herêmî ku li bajarên mezin partiya wî bi ser neketiye, gilî û gazinên xwe li alîgirên partiya xwe kir.

Erdogan wiha axivî:

“Di hejîneke herî piçûk de divê navendê bernedin û nerevin aliyekî din. Em niha temaşe dikin, li hin deveran, di hilbijartinan de filan, bilez sendîkayên xwe diguherînin. Her kes bi aliyekî ve belawela dibe. Mirovên dozê wisa nabin. Ma wisa dibe?”

Parve bike: