Cîhan
Ji Grossi hişyarîya nukleerî û êrîşa ser santrala Barakahê
PeyamaKurd - Serokê Ajansa Navdewletî ya Enerjiya Atomî (UAEA) Rafael Mariano Grossi, di civîna awarte ya Desteya Rêveberiya ajansê de ragihand ku tesîsên atomî yên ji bo armancên aştiyane tên bikaranîn, li kîjan devera cîhanê bin divê tu carî nebin armanca êrîşan.
Grossi eşkere kir ku wî bixwe serdana Santrala Enerjiyê ya Atomî ya Barakahê ya li Îmaratê kiriye û zirarên ku di 17ê Gulanê de ji ber êrîşeke doranan çêbûne ji nêz ve dîtine.
Serokê UAEAyê anî ziman ku her çend ev êrîş di jeneratora li derveyî santralê de bûbû sedema agirpêketinê û ewlehiya atomî xistbû xeteriyê jî, lê asta radyasyonê ya li santralê di asta asayî de maye.