TR KU SO
FB X
Cîhan

Ji hilbijartinê re 1 roj ma û Merkel ji bo îstîqrara Almanya ji Laschet re dengan xwest

Admin M
Nivîskar
📅 25 îlon 2021 22:57

PeyamaKurd – Serokwezîra Almanya Angela Merkel ji hilbijartina Almanya re yek rojekî ma û ji bo Yekîtiya Partiyên Xîrîstiyan ji bajarê Axinê ji bo namzetê Yekîtiyê ji bo Armin Laschet dengan xwest. Laschet jî di xwepêşandana dawiyê de, di axaftina xwe de got ku Almanya ji koçberên cuda xwediyê rengên cuda ye û got:

“Em bextewerin ku Uğur Şahin hatiye welatê me.”

Li hemberê Partiya Alternatîf AFD ê Laschet bertek nîşan da û got:

“Dibêjin hun ne xelkê vî welatîne. Em civateka xwediyê rengên cudane. Pêdiviya Almanya bi van rengan heye.”

Li Almanya rêvebiriya Merkel ya 16 salan sibê bi dawî dibe.

Parve bike: