Hilbijartinên Almanya | Merkel diçe kî tê sûna wê?
PeyamaKurd - Li Almanyayê îro 26ê Îlona 2021ê hilbijartinên giştî birêve diçin û serokwezîrtiya Angela Merkel ku 16 sal in berdewam dikir bi dawî dibe. Di rapirsînan de Partiya Sosyal Demokrat li pêş partiyên Yekîtiya Demokrat a Xirîstiyan û Yekitiya Sosyal a Xirîstiyan xuya dikin.
Li gorî encamên rapirsînan partiya SPD ya bi seroktiya Olaf Scholz 25% dengên wê xuya dikin û dibe partiya yekemîn. Partiya Angela Merkel CDU ku namzedê seroktiyê Armin Laschet e bi 21%ê dengan dibe duyemîn û Partiya Keskan a bi seroktiya Annalena Baerbock jî bi 14%ê dengan dibe sêyemîn.
Hilbijartinên Almanyayê îro li demjimêr 08:00ê sibehê li gorî dema Almanyayê dest pê kirin û heta demjimêr 18:00ê êvarê wê dengdan berdewam bike.
Di hilbijartinê de 47 partî beşdar dibin û nêzîkî 60,4 milyon dengdêr wê dengê xwe bikaribin bikar bînin.
Di hilbijartinan de li 16 eyaletan 299 herêmên hilbijartinê hene û 85 hezar sindoq hatine danîn ku 6 hezar û 211 namzed ketine pêşbirka hilbijartinê.
Meclîsa Federal a Almanyayê ji 709 kursiyên parlamenteran pêk tê ku partiya kursiyên zêde bistîne mafê avakirina hikûmetê bi dest dixe. Serokwezîra Almanyayê Angela Merkel wekî ku berî niha ragihandiye beşdarî hilbijartinê nabe.