Ji Ingîltereyê biryareke giring li dijî Tirkiyê
PeyamaKurd - Wezareta Karê Navxweyî ya Ingîltereyê heqê rûniştina bêyî tayînkirina wext ku di çarçoveya Peymana Enqereyê de dida welatiyên Tirkiyê rakir. Êdî wê bi tenê vîzeya dirêjkirinê bide.
Wezareta Karê Navxweyî ya Ingîltereyê ragihand ku heqê rûniştina bêwext a li gor Peymana Enqereyê heta niha dida welatiyên Tirkiyê hatiye rakirin. Êdî wê bi teni vîzeya dirêjkirinê bide. Ingîltereyê mafê rûniştina bêsînor rakir.
Li gor Peymana Enqereyê welatiyên Tirkiyê di serlêdana pêşî de salek piştî xelasiya vî wextî 3 sal, piştî ku 4 sal diqediyan digihîştin mafê îqameya bêsînor.
Bi verastkirina nû ev rewş bidawî bû.
Wezareta Karê Navxweyî ya Ingîltereyê ragihand ku destûra îqameya bêsînor hate rakirin. Ji niha û pê ve welatiyên Tirk tenê dê ji bo dirêjkirina vîzeyê serî lê bidin. Di her se lêdanekê de ji bo 3 salan wê îqame were dayîn. Wezaretê diyar kir ku li gor guhertinê ew amadekariyê dikin ku kategoriyên ji bo serlêdanê yên nû amade bikin.