Cîhan
Saar: Em li dijî baregehên Tirkiyê ne lê naxwazin alozî kûr bibe
PeyamaKurd - Wezîrê Derve yê Îsraîlê Gideon Saar derbarê peywendiyên bi Tirkiyeyê re û geşedanên li Sûriyeyê daxuyaniyek da û ragihand ku ew naxwazin aloziya bi Enqereyê re kûr bikin.
Saar di bernameyeke televîzyonê de diyar kir ku tercîha wan a sereke çareseriya dîplomatîk e û got: "Em biryardar in ku statukoyê biparêzin."
Wezîrê Îsraîlî di heman demê de xeta sor a welatê xwe ya li ser Sûriyeyê jî anî zimên û destnîşan kir ku ew avakirina baregehên leşkerî yên Tirkiyeyê di nav axa Sûriyeyê de bi ti awayî qebûl nakin.