Cîhan
Ji Mike Pence peyama Îranê
PeyamaKurd - Cîgirê Serokê Amerîkayê, Mike Pence li ser xwepêşandanên Îranê peyamek belav kir ku tê de got, gelê Amerîkayê piştgiriya gelê Îranê berdewam dike.
Mike Pence li ser twîtterê ragihand, “Hevdem ligel xwepêşandanan, Ayutellahên li Tehranê berdewam in li ser bikaranîna tundûtîjiyê û zîndanîkirinê ji bo bêdengkirina xelkê xwe.”
Pence diyar kir: “Peyama Amerîkayê zelal e, xelkê Amerîkayê dê li ser piştevanîkirina xelkê Îranê berdewam be.”
Her çiqas xwepêşandanên li Îranê berdewam dikin û bi dehan kes (bi taybet jî li herêmên Kurdan) bi destê hêzên ewlekariyê hatine kuştin jî rejîma Îranê dibêje ku xwepêşandan bidawî bûne û înternet jî li ser xelkê hatiye qutkirin û agahiyên zelal nayên standin.