TR KU SO
FB X
Cîhan

Ji parêzerên Abdullah Ocalan daxuyanî: Gutûgo dewam dikin

Admin H
Nivîskar
📅 24 gulan 2019 21:21

PeyamaKurd – Ofîsa parêzerên Abdullah Ocalan derbarê hevdîtina xwe ya 22yê Gulanê de ku çav li rê ye dawî li grevên birçîbûnê bê anîn daxuyanî dan.

Buroya Asrin Hukuk a parêzerên Ocalan, li ser bendemayîna raya giştî bo daxuyaniya dawîanîna grevên birçîbûnê li hesabê twitterê daxuyaniyek belav kir.

Di daxuyaniyê de hat gotin ku ew jî dizanin raya giştî li benda daxuyaniya wan e, lê wan peyama Ocalan gihandiye çalakvanên grevên birçîbûnê û ligel wan guftûgoyê dikin.

Parêzeran da zanîn ku piştî encamdana gutfûgoyan ew dê demildest daxuyaniyekê têr belav bikin.

Parve bike: