TR KU SO
FB X
Cîhan

Ji Pentagonê daxuyaniya operasyona Tirkiyê: Em qebûl nakin…

Admin S
Nivîskar
📅 13 berfanbar 2018 14:11

PeyamaKurd – Li ser daxuyaniyên Serokomarê Tirkiyê Recep Tayyip Erdogan ku got, ‘Operasyona ser Rojhilatê Firatê heta çend rojan destpê dike’ ji Wezareta Berevaniya Amerîka (Pentagon) bersiv hat.

Berdevkê Pentagonê Sean Robertson got: “Hemleya yekalî ya leşkerî bo Bakurê Sûriyê, bi taybet li demeke ku leşkerên Amerîkî li wir û li wan nêzîkan in, gelekî cidî û metirsîdar e. Em hemleyên bi vî awayî qebûl nakin.”

Robertson di berdewamê de da zanîn, "Pêwîste di vê rewşa krîtîk de, em nehêlin DAIŞ nefesê bistîne û destûrê nedin ji nû ve zindî bibe. Naxwe em dê serkeftinên xwe yên girîng ên me ligel hevpeymaniyê bi dest xistine, bixin xeteriyê û îhtimala ji nû ve zindîbûna DAIŞê derkeve holê.”

Di heman demê de, Berdevkê Yekîneyên Parastina Gel (YPG) Nûrî Mehmûd jî daxuyakirin ku operasyona Tirkiyê dê li xêra DAIŞê be û got, “Gefên Tirkiyê vê carê li demeke ku hêzên me li Hecînê li dijî DAIŞê serkeftinan bi dest dixin tên.”

Parve bike: