Cîhan
Ji Talîbanê daxuyaniya balafira ketî: Me balafira personelên Amerîkî…
PeyamaKurd – Rêxistina Talîban a Afganistanê derbarê balafira ku îro 27ê Çile tevî 83 rêwiyan ketibû de daxuyanî da û ragihand ku wan balafira personelên leşkerî yên Amerîkî tê de bûn, xistiye xwar.
Destpêkê di nûçeyên ketina balafirê de hatibû diyarkirin ku balafireke rêwiyan li Afganistanê ketiye û di hinek nûçeyan de jî wekî balafireke leşkerî hatibû ragihandin.
Herî dawî Reutersê ragihand ku Talîbanê derbarê ketina balafirê de daxuyaniyek daye û gotiye, wan li herêma Gaznî bi moşekan li balafira karmendên leşkerî yên Amerîkî tê de bûn xistiye û daye erdê.
Talîbanê herwiha îdia kir ku di balafirê de, payebilindên leşkerî yên Amerîkî jî di nav de ti kesekê nav balafirê xelas nebûye.