Ji Wezareta Darayî daxuyaniyeke nû li ser gendeliyê
PeyamaKurd - Wezareta Darayî ya Iraqê derbarê rola xwe ya di dosyayên gendeliyê de daxuyaniyek belav kir û ragihanrd, erkê wan tenê aliyê darayî û vegerandina pereyên dewletê ye, ne biryarên dadwerî.
Wezareta Darayî ya Iraqê îro 11ê Tîrmehê ragihand, di dozên gendeliyê de, rola wan bi tenê bi "vegerandina mafên xezîneya dewletê" ve sînordar e.
Di daxuyaniyê de hate gotin: "Di dozên ku peywendiya wan bi vegerandina pereyên talankirî re heye, em tenê wekî aliyê darayî berpirsiyar in, da ku serweta giştî cardin bikeve xezîneya dewletê."
Wezareta Darayî da zanîn, ew piştpalê her mekanîzmayeke ji bo vegerandina wan pereyên ku divê vegerandina hemû pereyên dewletê misoger bike ne û pêwîste serweta giştî û mafên serwerî neyên windakirin.
Derbarê rêkarên dadwerî û daxwazên "lêborînê" yên ku pêşkêşî dadgehan tên kirin jî wezaretê zelal kir ku ev mijar bi temamî di çarçoveya desthilata dadweriyê de ye.
Wezaretê diyar kir, dadgeh li gorî rêkarên qanûnî yên pejirandî, desthilatên xwe bikar tînin û wezaret destêwerdanê di biryarên dadgehan de nake.