Ji wezîrê Tirk gefa operasyonê: Me hemû plan çêkiriye…
PeyamaKurd – Wezîrê Berevaniya Tirkiyê Hulusî Akar li ser sînorê Sûriyê serdana hêzên leşkerî yên têne bicihkirin kir û derbarê operasyonê got, “Li pêşiya me Minbic, Rojhilatê Firatê (Rojava) heye.”
Hulusî Akar digel Sererkanê Artêşê Orgeneral Yaşar Gûler û Fermandarê Hêzên Bejahî Orgeneral Umit Dundar li sînorê Sûriye – Rihayê lêkolîn kirin.
Hulusî Akar di serdana leşkeran de got,"Li pêşiya me Minbic û Rojhilatê Firatê heye. Me hemû plan û amadekarî pêk anîn. Amadekariyên me bi xurtî berdewam dikin. Ku dem û cihê wê hat, wekî operasyonên din wê terorîst di kortên vekirine de bên bingorkirin. Tirkiye li hûndir çi li derveyî sînoran her li ku derê be bi biryar e terorê tune bike.”
Wezîrê Tirk herwiha got ku tenê armanca wan ‘terorîst in’ û ti pirsgirêka wan bi ‘birayên Kurd’ re jî nîne.