Cîhan
Joe Biden 6 kursiyên din bi dest bixe wê serkeftina xwe ragihîne
PeyamaKurd – Li 5 wîlayetan bo encama Serokatiya Amerîkayê, hejmartina dengan berdewam dike. Joe Biden bi 6 kursiyên din, wê serkeftinê bi dest bixe.
Heta niha berbijêrê Demokratan Joe Biden 264 kursî bi dest xistiye. Li Pennsylvania, Carolina Bakur, Georgia, Nivada û Alaska jî hejmartina dengan a hilbijartinên Serokatiya Amerîkayê berdewam dike. Li wîlayeta Nîvada jî Biden bi 6 kursiyan li pêş Donald Trump e.
Ger Biden li wîlayeta Nîvada jî bi ser bikeve dê kursiyên wî bibin 270 û bibe Serokê Amerîkayê.
Herwiha li wîlayeta Pennsylvania, North Carolina û Georgia Trump li pêş Biden e. Heta niha jî berbijêrê Komariyan Donald Trump 214 kursiyên civaka hilbijartinê bi dest xistiye.