TR KU SO
FB X
Cîhan

Joe Biden: Me ew danûstandin nekir!

Admin L
Nivîskar
📅 04 rêbendan 2023 17:58

PeyamaKurd Serokê Amerîkayê Biden got, Amerîka bi Başûr re li ser tetbîqatên nukleerî yên li dijî Koreya Bakur danûstandin nekirin.

Biden got, Amerîka bi Koreya Başûr re ji bo tetbîqatên hevpar ên li dijî gefên nukleerî yên Koreya Bakur li dar bixe, ne di danûstandinan de ye.

Daxuyaniya Serokê Amerîkayê piştî daxuyaniyên Serokê Koreya Başûr Yoon Suk-yeol hat ku ew bi Amerîka re danûstandinan dikin ku bi hev re li dijî gefên nukleerî yên Koreya Bakur rahênanên hevbeş plan bikin.

Biden li ser pirsa gelo her du welat li ser tetbîqatên nukleerî yên hevbeş gotûbêj dikin yan na, bersiva "Na" da.

Lîderê Koreya Başûr Yoon eşkere kir, "Em bi Amerîkayê re derbarê plansaziya hevpar û tetbîqatên hevpar ên di warê kapasîteya nukleerî de ji bo stratejiyeke bibandor a berferehkirina bergiriyê diaxivin. Di vî warî da Amerîka jî gelekî erênî ye."

 
Parve bike: