Cîhan
Jûrî biryara îdama Robert Browers da ku di êrîsê de 11 Cihûyan kustibû
PeyamaKurd – Li Amerîka li eyaleta Pensilvanyayê di sala 2018an de kesê bi navê Robert Browers (50) bi sîlih êrîşê ser Sînagoga Cihûyan kiribû, 11 kesan kuştibû, 4 polîs û 2 kesên sîvîl birîndar kiribû û 8 kes jî bê tiştek bi serê wan were rizgar bûbûn. Piştî darizandinê jûriya ku ji 12 kesan pêk tê, biryara îdama kujer bi yek dengî dan û ev biryar di rêvebiriya Biden de cara yekeme ku cezayê îdamê didin yekî. Eger biryar bi yek dengî nehata dayîn wê cezayê heya bi heyayê bidana kujer.
Li ser biryarê serdozger Eric Olshan weha got:
“Di dîrokê de kiryara herî xebar ya li dijî Cihûyaye ku komkî wan kuştiye û kujer bi kuştina wan serbilinde. Ev, li gor qanûnan pêwiste cezayê herî giran bidin wî.”