Cîhan
Kabîneya Kazimî li Parlementoyê hat pesendkirin
PeyamaKurd - Li parlamentoya Iraqê dengdan li ser kabîneya Mistefa Kazimî birêve çû û di encamê de bawerî bi 15 wezîran hat dayîn, 5 hatin redkirin û 2 jî hatin texîrkirin.
Li Parlamentoya Iraqê dengdan li ser kabîneya Mistefa Kazimî ku bi pêkanîna kabîneya nû ya hikûmeta Iraqê hatibû raspardin, birêve çû. Di encama dengdanê de bawerî bi 15 wezîran hat dayîn, 5 wezar hatin redkirin û dengdana li ser wezaretên derve û petrolê jî hat texîrkirin.
Hat ragihandin ku 255 parlamenter di dema dengdanê de amade bûn ku parlamentoya Iraqê ji 329 kursiyan pêk tê.
Di encama dengdanê ev wezîr hatin pesendkirin:
- Nebîl Ebdulsahîb, Wezîrê Xwendina Bilind
- Nazenîn Mihemed Wisû, Wezîra Avedankirin, Nîştecihkirin û Bajarvaniyê
- Cume Înad, Wezîrê Berevaniyê
- Usman Xanmî, Wezîrê Navxwe
- Elî Ellawî, Wezîrê Darayî
- Xalid Necîm, Wezîrê Plandanînê
- Hesen Mihemed, Wezîrê Tendirustiyê
- Macid Mehdî, Wezîrê Elektrîkê
- Ednan Dircal, Wezîrê Werziş û Lawan
- Nasir Hisên, Wezîrê Gihandinê
- Menhel Ezîz, Wezîrê Pîşesaziyê
- Mehdî Reşîd, Wezîrê Çavkaniyên Avî
- Erkan Şehab, Wezîrê Peywendiyan
- Adil Haşûş, Wezîrê Karûbaran
- Elî Hemîd, Wezîrê Perwerdehiyê
- Elî Newar Nesîf, Namzed bo Wezîrê Bazirganiyê
- Haşim Salih, Namez bo Wezîrê Rewşenbîriyê
- Elî Îsmaîl, berbijêr bo Wezîrê kiştukal
- Hîkmet Nasir, berbijêr bo Wezîrê Koç û Koçberiyê
- Ebdulrehman Mistefa Fetah, Namzed bo Wezîrê Dadê
- Dengdana li ser wezîrên Navxwe û Petrolê jî hat paşxistin