Ji Mesrûr Barzanî û Kazimî peyamên pesendkirina parêzgehbûna Helebceyê
PeyamaKurd - Serokwezîrê Herêma Kurdistanê Mesrûr Barzanî, îro di salvegera 34emîn a kîmyabarana Helebceyê de daxwaz ji hikûmeta Iraqê kir parêzgehbûna Helebcê qebûl û pesend bike.
Serokwezîrê Iraqê Mistefa Kazimî jî di peyama salvegera kîmyabarana Helebcê de got, Helebce hêjayî wê ye ku bibe parêzgeh.
Mesrûr Barzanî di peyama xwe ya li ser twîtterê de da zanîn, Helebce sembola qurbanîdana gelê Kurdistanê ye û divê di demek kurt de hikûmeta Iraqê parêzgehbûna Helebcê qebûl û pesend bike.
Serokwezîr Barzanî got, em hemû deyndarên qurbanîdana xelkê Helebcê ne û ew hêjayî baştirîn xizmetguzarî ne.
Serokwezîrê Iraqê Mistefa Kazimî jî di peyama xwe de daye zanîn ku Helebce hêjayî wê ye ku bibe parêzgeh û gotiye, Helebce şehîda serweriyê ye û şahida xebata pêşxistina dadperwerî û biratiya gelan e li Iraqê.
Kazimî bibîr xist ku karesata kîmyabarana Helebcê hêviya çêkirina Iraqeke demokratîk dide ku tê de daxwazî û berjewendiyên gel li ber çav bêne girtin.
Hêjayî bibîrxistinê ye, hikûmet û parlementoya Kurdistanê Helebce wekî parêzgeh ragihandiye, lê hîn ew biryar li parlamentoya hikûmeta Iraqa federalî nehatiye pesendkirin.