TR KU SO
FB X
Cîhan

Kanada, givaşên nû danî ser tekildarên bi Îranê re

Admin M
Nivîskar
📅 26 adar 2026 22:28

PeyamaKurd – Kanada bi sedema destekê didin şiyanên leşkerî yên Îranê givaşên nû danî ser kes û dezgeyên têkildarî bi Îranê re. Ji bo zahmetiyê peyda bikin da ji bo finansmana Rûsyayê ya ji bo êrîşên ser Ûkraynayê kêm bikin jî hinek givaşan danî.

Wezîra karên derve ya Kanadayê Anita Anand, ragihand ku Kanada ew kes û dezgeyên ji bo artêşa Îranê teknolojiyê hildiberînin û ji bo artêşê berheman amade dikin, kesên Îranî û hinek dezgeyan xistine hedefa xwe.

Anand got ku givaşê danîne ser 5 kes û 4 dezgeyan ku ji bo Îranê çek, İHA û teknolojiyê transfer dikin, şer geş dikin û desthilata welatan tehdîd dikin.

Ji bo Rûsyayê jî filoya destekê ya weka siyê ku destekê didin Rûsyayê, ji wan givaşê danîye ser 100 keştiyan ku piraniya wan ji tankêrên petrolê pêk tê. Petrola xam û hem berhemên petrolê digihînin bazara dinyayê.

Anand got ku Rûsya bi adahata enerjiyê finansa şer dike û heya şer bi dawî bibe dê ew givaş dewam bikin.

Parve bike: