TR KU SO
FB X
Cîhan

Karamollaoglu: Zimanê Kurdî heq e!

Admin V
Nivîskar
📅 18 hezîran 2018 13:03

PeyamaKurd- Serokê Partiya Seadetê (SP) û namzetê Serokomariya Tirkiyê Temel Karamollaoglu got ku Zimanê Kurdî ji bo Kurdan mafekî rewa ye.

Serokê Partiya Seadetê (SP) Temel Karamollaoglu duh li Diyarbekirê mitînga xwe kir û daxuyaniyên girîng dan. Karamollaoglu wiha got: Em ê qedir bidine perwerdehiya bi zimanê mader. Ev yek mafê birayên me yên ku bi Kurdî diaxivin e.

Karamollaoglu wiha dewam kir: Sibeha 25ê Hezîranê em ê li rojeke nû şiyar bibin. Divê li vê herêmê aşîtî û aramî çêbibe. Ji ber vê yekê em qedir didine perwerdehiya bi zimanê mader. Jixwe cara pêşî rehmetiyê Erbakan ev mijar anîbû rojevê. Lê ji ber wan peyvên wî ew ceza kirin. Lê em ê careke dî ruhê Erbakan jî şad bikin.

Parve bike: